​​​​​​​Hêrsa li hemberî dagirkeriyê zêde dibe

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Parastinê yê Medyayê şermezar kirin. Şêniyan bang li civaka navdewletî kir ku sînorekê ji van êrişan re deyne.

​​​​​​​Hêrsa li hemberî dagirkeriyê zêde dibe
​​​​​​​Hêrsa li hemberî dagirkeriyê zêde dibe
​​​​​​​Hêrsa li hemberî dagirkeriyê zêde dibe
16 tîrmeh, 2020   19:55
QAMIŞLO

Meş ji qada şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û got: "Em ê bi rihê berxwedaniyê bi ser bikevin û tu carî em serê xwe ji dagirkeran deynanin. Em dibêjin ji berxwedan û serkeftinê re erê."

Cemîl her wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê nikare îradeya me bişkîne, Erdogan dibêje ku ew êrişa PKK'ê dike, gelo PKK'ê li Lîbyayê heye? di vê yekê bizanibin ku Erdogan dixwaze serweriya xwe li Rojhilata Navîn berfirehtir bike û xewna Osmaniyan bi cih bîne."

Cemîl bang li civaka navdewletî kir ku helwesta xwe li hember êrişên dewleta Tirk zelal bike.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(rm)

ANHA