Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê

Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya salvgera 8'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, ciwanên PYD'ê bi koordineya Buroya Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşbirgeke bazdanê li dar xist.

Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
Ji ciwanên PYD'ê çalakiyeke werzîşê
16 tîrmeh, 2020   19:26
HELEB

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê (14 xort û 11 jinên ciwan) bi giştî 25 kes beşdarî pêşbirkê bûn.

Pêşbirk li hola Cebanat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê  Helebê hate lidarxistin, şêniyên taxê û nûnerên saziyên sivîl lê amade bûn.  

Pêşbirk bi deqeyeke rêzgitin dest pê kir, piştre endamê Meclisa Ciwanên PYD'ê Ednan Mihemed wiha axivî:" Bi rihê 19'ê Tîrmehê em ê pîlanên li dijî tevahî gelên Rojava têk bibin".

Di pêşbirkê de xort 200 metreyan bazdan û jinên ciwan 100 metreyan bazdan. Rûken Heleb asta yekem û Hemrîn Mihemed ya duyem û Rewaz Ebas asta sêyenîn bi ser ketin. Di pêşbira xortan de, Hesen Mihemed asta yekem, Xelîl Mehemed a duyem û Ûsama Hacî Mihemed ya sêyem bi serketin.

Di dawiya pêşbirkê de xelat li ser kesên biserkeftî hatin belavkirin û li ber stranên şoreşgerî dîlan hate gerandin

(rm)

ANHA