Mijarên rojnameyên erebî – 16 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgera dewleta Tirk a li rojhilatê Deryaya Spî, senaryoya şerê li Sirte ya Lîbyayê û lihevketina Tirkiye-Misirê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 16 Tîrmeh
16 tîrmeh, 2020   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: 3 ŞÎRKETÊN KU NAVENDÊN WAN LI TIRKIYE Û SÛRIYÊ NE, KETINE NAVA LÎSTEYA TERORÊ

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de bal kişand ser xistina şîrketên li Sûriye û Tirkiyê di nava lîsteya terorê de. Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Navenda hedefgirtina destekdayîna terorê ku ji DYA`yê û dewletên Kendavê pêk tê, 6 navên navdar ku destekdayîna darayî didan rêxistina DAIŞ’ê, ji wan ku 3 şîrketên ku navendên wan li Sûriye û Tirkiyê ne, xistin lîsteya terorê."

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ewlehiyê ya Erebistana Siûdî ku şîrketên ketine nava lîsteya terorê ev in; Şşrketa El-Herem, Tewasil, El-Xalidî, Abdulrehman Elî Hisên El-Ehmed El-Rawî, rêxistina Necat a lênerîna civakî û gerînendeyê wê Saîd Hebîb Ehmedxan.

Daxuyaniyê diyar kir ku navenda her sê şîrketên xizmetên darayî, Sûriye û Tirkiye ne, rola wan di veguhertina pereyan ji bo destekdayîna serçeteyên DAIŞ’ê û endamên rêxistinê yên li Sûriyê ne, pir aktîf bû.

Li gorî daxuyaniyê ku Abdulrehman Elî Hisên El-Rawî navekî navdar di pêşkêşkirina pereyan ji rêxistina DAIŞ`ê re ye. Di sala 2017`an de ji aliyê rêxistinê ve hate diyarkirin. Têkildarî kesên ku tev li DAIŞ`ê bûne, hemû şêwaz keysbaz dikirin da ku desteka pereyan bide çalakiyên rêxistina DAIŞ`ê. Saîd Hebîb Ehmedxan wek gerînenedeyê rêxistina rizgarkirina lênerîna civakî ku navendê wê li Efxanistanê ye, rêxistin wek berdelêlekî da ku veguhertina pereyan ji bo destekdayîna çalakiyên DAIŞ`ê li Xorasanê, bi kar anî.

EL-BEYAN: XETEREYA TIRKIYÊ ZÊDE DIBE Û BER BI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VE DIÇE

Têkildarî destwerdana Tirkiyê ji herêma rojhilatê Deryaya Spî ve rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Êdî Tirkiye di cîhanê de bûye cihê tevliheviyê, piştî destwerdana wê ya nerewa ji Lîbya, Sûriye û Iraqê re, li rojhilatê Deryaya Spî jî careke din nakokiyan derdixe û tevî ku YE`yê gefa ferzkirina cezayan li Enqereyê xwariyê jî, lê duh li Qibrisê li hemberî peravên girava parçekirî dest bi lêgerîna petrol û gazê kir. Ev gava Tirkiyê hêrsa Qibrisê zêde kir."

EL-EREB: GELO ŞERÊ SIRTE Û CEFRAYÊ DÊ BIBE SEDEMA DERXISTINA ŞERÊ DI NAVBERA MISIR Û TIRKIYÊ DE?

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aliyên binakok hêzên xwe xurttir kirine, ji ber vê yekê nîşane hene ku dema şerê Sirte û Cefrayê nêzîk bûye, ji ber rewş gurtir bûye. Berdevkê fermî yê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî îhtîmala rûdana şerê li derdora Sirteyê û Cefrayê di saetên pêş de diyar dike." 

(bx-eh)