Şêniyên El-Hîşe ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê bi gazinc in

Gelê bajarokê El-Hîşa ji ber lawazbûna xizmetên tenduristiyê yên li navenda tenduristiyê ya bajarok û kêmbûna dermanên pêwîst, bi gazinc in. Şênî piştrast dikin ku kadroyên tenduristiyê yê li navenda tenduristiyê bi reçeteyan dilîzin.

Şêniyên El-Hîşe ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê bi gazinc in
Şêniyên El-Hîşe ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê bi gazinc in
Şêniyên El-Hîşe ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê bi gazinc in
Şêniyên El-Hîşe ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê bi gazinc in
16 tîrmeh, 2020   06:37
EYN ÎSA

Piştî rizgarkirina bajarokê El-Hîşê yê li gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê di dawiya 2016’an de, rêxistina IRC li bajarok navendeke tenduristiyê vekir ku xizmetên tenduristiyê ji 29 gundên girêdayî bajarok re pêşkêş dike.

Şênî ji ber lawazbûna xizmetên tenduristiyê yên navenda tenduristiyê û lîstina bi reçeteyên dermanan, her wiha ji ber dan û standina xerab a kadroyên tenduristiyê bi şêniyan re, bi gazinc in.

Ji welatiyên bajarokê El-Hîşa Îsa El-Selame wiha got: "Em ji bo dermankirinê berê xwe didin navenda tenduristiyê, lê belê xizmetên tenduristiyê yên pêwîst û dermanan pêşkêş nake. Tenê bijîşk li rewşa me dinêre û bi awayekî baş bi me re nade û nastîne."

Îsa El-Selame wiha got: "Piştî kontrolkirina bijîşk, reçete tê nivîsandin lê belê dermanxane dermanan nade. Reçete ku bijîşk daye me dibin û kesên li dermanxaneyê reçeyeteke din didin me û dibêjin dermanên xwe ji dermanxaneya sûkê bikirin.”

El-Selame destnîşan kir ku ji ber ku dermanxane dermanan nade wan ew berê xwe didin bajarokên Til Semin û Xinêzê da ku dermanên xwe peyda bikin.

Her wiha Enad El-Ziyab ev pirs kir: “Çima wekî dermanxaneyên li Til Semin û Xinêzê dermanan nadin me? Xizmetên tenduristiyê jî li wê derê baştir in. Gelo tenê derman li ser kaxizan tên nivîsîn?”

Enad El-Ziyab xwest ku kesên berpirsyar bên cezakirina û çareserî bê dîtin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Xelef El-Dehiş destek da gazinên şêniyan ên der barê kêmbûna dermanan li navenda tenduristiyê û xerabbûna dan û standina kadroyên tenduristiyê bi nexweşan re. Her wiha piştrast kir ku ev mijar gelek caran hatiye nîqaşkirin û her carê soza çareserkirina vê pirsgirêkê didin wan lê belê ta vê kêliyê sozên xwe pêk neanîne.

Xelef El-Dehiş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan di civînên xwe de pêşniyar kiriye ku aliyê ku piştgiriyê dide vê navendê bi aliyekî din ku xizmetên baştir bide re biguherînin.

Hêjayî gotinê ye ku li navçeya Eyn Îsayê û gundên wê xizmetên tenduristiyê kêm in û ji bilî Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş û navenda tenduristiyê ya li bajarokê El-Hîşe tu navendên din ên tenduristiyê tune ne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jlmo7X2OGKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>