Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê bi meşekê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê şermezar kirin.

Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê bi meşekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
15 tîrmeh, 2020   18:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivaka sivîl, Kongreya Star, Ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan berê xwe  dan qada Azadî da ku beşdarî meşa ji bo bîranîna berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bibin.

Meşê ji qada Azadî dest pê kir û di kolanên bajêr re berdewam kir. Meşvanan dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û siloganên şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk û topbarana li dijî gundên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin û alên Kurdî hilgirtin.

Piştre berê xwe dan qada Şehîdan û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi mêtîngê kirin. Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mûtîi Omer wiha axivî: "Di kesayeta şehîdên 14`ê Tîrmehê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Berxwedana Elî Çîçek, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz ji bo tevahî gelên herêmê bûye mîrasek."

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide şoreşa azadiyê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn têk bibe, lê belê bi berxwedana gelan û hevgirtina wan hemû komployên Tirkiyê vala derdikevin.

Mûtîi bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê kir ku li hemberî faşîzma Tirk berxwedanên bilind bikin.    

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û yên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

(cx)

ANHA