Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê di bin sernavê "Minbic bi hunera gelê xwe bi pêş dikeve", li ser astê bajarê Minbicê û gundewarên wê pêşangeheke hunera şêwekarî hate vekirin. Dê pêşangeh du rojan dewam bike.

Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Minbicê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
15 tîrmeh, 2020   18:56
MINBIC

Pêşangeh li çarxereya Sebei Behrat a li ser rêya Helebê hatiye vekirin. Nêzî 15 şêwekar beşdarî pêşangehê bûn û zêdetirî 60 tabloyên xwe pêşkêş kirin.  Bi dehan ji şêniyên bajarê Minbicê jî di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Ev pêşangeha yekem e li Minbicê ku li derve tê lidarxistin da ku şêniyêp bajêr teşwîqî hunerê bibin.

Tê payîn ku pêşengeh di roja duyemîn de (sibê) li parka Yekitiya Werzîşê were vekirin.

ANHA