Li Sûriyê Covid-19: Hejmara miriyan bû 22

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 19 kesên din bi şewba Koronavîrusê ketin û yek din jî mir.

Li Sûriyê Covid-19: Hejmara miriyan bû 22
15 tîrmeh, 2020   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku di 19 kesên din de Koronavîrusê (Covid-19) hate îsbatkirin. Bi vê hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine derket 458.

Her wiha wezaretê ragihand ku kesek din ji ber vîrusê mir, hejmara miriyan bû 22.

ANHA