Etiyopyayê dest bi dagirtina bendava Nehdayê kir

Wezîrê Avdanê yê Etiyopyayê, Selicie Bekele ragihand ku wan dest bi dagirkirina bendava Nehdayê kirine.

Etiyopyayê dest bi dagirtina bendava Nehdayê kir
15 tîrmeh, 2020   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Avdanê yê Etiyopyayê, Selicie Bekele di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: "Di pêvajoya yekemîn a depokirinê de 4.9 milyar miter kabik hate dagirtin."

Her wiha got: "Xebatên avakirinê di bendavê de heta niha dikare gola bendavê jî bi awayekî xwezayî tijî bike..Di diyalogên dawî de yên di navbera hersê deweltan de, Etiyopiya, Sûdan û Misirê bi bşedarbûna çavdêr û pisporên Afîrîkî li ser van xalan lihevkirin çêbûn."

Wezîrê Avdanê yê Etiyopyayê îşaret pê kir ku welatê wî hin xal eşkere nekirine û got, xebatên avakirin û dagirtina bendava Nehdayê baş bi rêve diçe.

Gelek diyalogên Misir û Sûdanê yên derbarê tijîkirina bendavê de bi sedemîn teknîkî û qnaûnî yên girêdayî projeyê asteng bûn.