Berpirsekî Amerîkî: Xebata me ya bi QSD'ê re berdewam e

Berpirsek di Wezareta Karên Derve ya DYA'yê de ragihand ku welatê wê dê bi QSD'ê re bixebite da ku têkçûna daîm a DAIŞ' mîsoger bibe. Her wiha  bang li Tirkiyê kir ku rêzê li hevkirinên taybet ên rawestandina êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.

Berpirsekî Amerîkî: Xebata me ya bi QSD'ê re berdewam e
14 tîrmeh, 2020   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsek di Wezareta Karên Derve ya DYA'yê de ji malpera Al-Arabia Net re got: "Rêveberiya Trump û Koalîsyona Navneteweyî di aliyê rêgirtina li ber ji nûve avabûna DAIŞ'ê de zelal bûn..Hîna gelek kar maye da ku têkçûna daîm a vê rêxistinê mîsoger bibe."

Berpirs, destnîşan kir ku tevî ku DAIŞ'ê li paytexta  wê hatiye tunekirin lê dikare ji nûve ava bike.

Her wiha got, Koalîsyona Navneteweyî çalakî û piştevaniya xwe bi hêzên şirîk li Iraq û Sûriyê di asteke bilind de didomîne.

Berpirsê Amerîkî diyar kir: "Mîsyona hêzên Amerîkayê li Sûriyê îro mîna berê di sala 2014'an de ye, ev mîsyon tunekirina DAIŞ' ye...endamên hêzên çekdar ên Amerîkayê bi hêzên herêmî yên pê bawer re mîna Hêzên Sûriya Demokratîk li bakurê rojhilat û hêzên Mexawîr El-Sewara li herêma Tenefê dixebitin."

Berpirsê Amerîkî li ser zextên Amerîkayê yên li ser hikumeta Esed ev tişt got: " Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, koma biçûk a xebatê û dewletên mîna wê yên cîhanê dixebitin da ku nehêlin berhemên diravî bighêjin Esed ku ji bo pêngavên xwe yên tundî û qetilkirina bi sed hezaran sivîl bi kar tîne."

Her wiha got: "Gelek rapor destnîşan dikin ku Esed û rejîma wî niha di pêvajoya hilweşînê de ne."

Têkildarî têkiliyên bi Tirkiyê re, berpirsê Wezareta Karên Derve ya DYA' yê got: "Xebata bi awayekî avakar bi Tirkiyê re li ser dozên girêdayî Sûriyê ne, em li bende ne ku Enqere rêzê ji navaroka daxuyaniya hevbeş a cîgirê serokê Amerîkayê a Mike Pence û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de bigire, ku di 17'ê Cotmeha 2019'an de îmze kiribûn. Di nave lihevkirinên girêdayî rawestandina êrişan li ser bakur û rojhilatê Sûriyê."