Dagirker baceyan li cotkarên Girê Spî ferz kirine

Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihandin ku "Meclisa Xwecihî" bace li cotkarên ku behmenên didin şirketa TMO ya Tirkiyê ferz kiriye.

Dagirker baceyan li cotkarên Girê Spî ferz kirine
13 tîrmeh, 2020   14:32
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî dane, cotkarên ku neçar man genim û cehên xwe bidin şîrketa Tmo ya Tirkiyê bi biryara "Meclisa Xwecihî" matmayî man, ku ji sedî 10 li ser temên firotinê banc ferz kirine.

Çavkanî diyar kir ku cotkar ji vê biryarê aciz in, ji ber ku destek (Semad, sotemanî û tov" ji meclisê wernegirtine.

ANHA