Iraq, zêdegaviyên Tirkiyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî got, ew ê diyalogên doplomatîk bi Tirkiyê re bidomînin ta zêdegaviyên wê yên li xaka Iraqê bisekinin.

Iraq, zêdegaviyên Tirkiyê gotûbêj kirin
12 tîrmeh, 2020   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê de hate gotin, êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê, têkiliyên xurt ên di navbera herdu welatên dost de xirab bide û ziyanê canî û madî çêdike.

Her wiha got, ew ê diyalogên doplomatîk bi Tirkiyê re bidomînin ta zêdegaviyên wê yên li xaka Iraqê bisekinin.

El-Kazimî di civîna meclisa wezîran a ewlehiya netewî de ev daxuyanî da. Di civînê de binpêkirinên Tirkiyê yên li xaka Iraqê hatin gotûbêjkirin.