Li Tehranê teqînek din

Li paytexa Îran, Tehranê di avahiyekê de teqînek pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû.

Li Tehranê teqînek din
11 tîrmeh, 2020   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpereke îranî li ser zimanê Rêveberiya Agirkujiyê ya Tehranê ragihand ku di avahiyekê de ji ber tupa gazê teqînek pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû.

Berdevkê Rêveberiyê Agirkujiyê got, di jêrzemînekê de gelek tûpên gazê teqiyan, di encamê de kesekî birîndar bû û ziyan gihişt avahiyê.

Hate ragihandin ku di taxa teqîn lê rû da de, anku rojavayê Tehranê kehrebe qut bû.

Di hefteya dawî de gelek teqîn li Tehranê pêk hatin. Aliyên têkildar derbarê sedem û qurbaniyan de ti agahî nedane.

Sêşema borî jî li başûrê Tehranê teqînek di kargehekê de rû de, ji ber wê du kes mirin.