1'emîn Mihrîcana Pişkojên Firatê li Reqayê dest pê kir

Li bajarê Reqayê Yekemîn Mihrîcana Pişkojên Firatê dest pê kir. Mihrîcan dê 3 rojan dewam bike.

1'emîn Mihrîcana Pişkojên Firatê li Reqayê dest pê kir
4 tîrmeh, 2020   13:31
REQA

Yekemîn Mihrîcana Pişkojên Firatê bi diruşmeya "Ji bo zarokatiyê em dijîn" ji aliyê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîla Reqayê ve hatiye birêxistinkirin.

Bi dehan zarok û malbatên wan ên Reqa û Dêrazorê beşdarî mihrîcanê bûn.

Mihrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.Hevseroka Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Xîtam El-Abdullah,cîgira Desteya Serokatî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Şeza El-Mihemed û Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Receb axivîn.

Di axaftinan mihrîcan li zarokan hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku mihrîcan dê 3 rojan dewam bike, armanc jê ew e ku dilê zarokan ên di şahîdiya şer û zilmê kirine şad bike.

Piştre Koma Beraîm El-Tifûla ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Reqayê straneke bi navê "Em zarokên Cizîrê ne" û şanoyek li ser kevneşopiya Reqayê, her wiha Koma "Zarokên Efrînê" stranên kurdî yên gelekîer, Koma "Nesayîm El-Furat" a ji Dêrazorê du stran li ser kevneşopiya Dêrazorê pêşkêş kirin.

Mihrîcan dê sê rojan dewam bike, li Reqa û bajarokê Tetla yê başûrê û Kedîran ê rojavayê Reqayê werin lidarxistin.

Hevseroka Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Xîtam El-Abdulalh anî ziman ku mihrîcan her sal 4'ê Tîrmehê were lidarxistin.

ANHA