Jinên sûrî: Dewleta Tirk dixwaze dengê jinên azad qut bike

Jinên sûrî diyar kir ku dewleta Tirk bi êriş û rêzekomkujiyên li dijî jinan û herî dawiyê jî komkujiya 23’yê Hezîranê ya li Kobanê hewl dide dengê jinên azad qut bike.

Jinên sûrî: Dewleta Tirk dixwaze dengê jinên azad qut bike
25 hezîran, 2020   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd, nexasim li dijî jinan sûcên hovane pêk tîne, mînaka herî nêz jî komkujiya li dijî 3 jinan a li Kobanê bû. Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl endamên Koordînasyona Kongreya Star û welatiya din a bi navê Emîna Weysî 23’yê Hezîranê bûn armanca dewleta Tirk û tevî van hemû sûcan civaka navdewletî bê deng e.

Jinên Kurd û Ereb ên ji bajarên Şehba, Qamişlo, Hesekê û Helebê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û ji ANHA`yê re diyar kirin ku dewleta Tirk jinên têkoşer dike armanc.

Rîm Zaza ji pêkhateya Ereb e û xelkê bajarê Minbicê ye. Rîm sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dikin armac, ji ber jinan hêz û israra xwe raber kirine, ji ber vê yekê êdî eşkere ye ku dagirker dixwazin denga jina azad tune bike."

Rîm Zaza di dawiya axaftina xwe de bang Ii rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jinan dike armac, bisekinin.

‘SENARYOYA QETILKIRINA JINÊN EFRÎNÎ LI KOBANÊ DUBARE DIBE’

Welatiya bi navê Horiya Mistefa ji bajarê Efrînê ye û li kantona Şehbayê bi cih bûye, sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin û got armanca dagirkeran ne rizgarkirina herêman ji terorê ye lê belê wêrankirin û qetilkirina jinan e.

Horiya Mistefa bi bîr xist ku senaryoya qetilkirina jinên efrînî li Kobanê dubare dibe.

Di dawiyê de Horiya Mistefa bang li rêxistinên mafên mirovan û hemû jinên cîhanê kir û da zanîn ku ew îro têne qetilkirin û dê sibe dagirker we jî qetil bike, lewma divê ew li hemberî artêşa Tirk serî hildin.

‘DAGIRKER JINÊN BIRÊXISTINKIRÎ DIKIN ARMANC’

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ewBYQYTfFGI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Munîra Şakir ji bajarê Qamişlo têkildarî sûcên dewleta Tirk parve kir ku dewleta Tirk a faşîst û bê exlaq jinên birêxistinkirî dike armanc û dixwaze wan tune bike, ji ber ku jinên birêxistinkirî ji bo faşîzmê gef e.

Munîra Şakir diyar kir ku divê dagirkeriya Tirkiyê baş bizane ku ew ê nikaribe vîna jinan tune bike û ew ê şopdara şehîdên temenê zikreşiya dagirkeriya Tirk a li dijî jinan dane , bin.

Mûnîra Şakir di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê asta têkoşîna bilind bikin, tola şehîdên dewleta Tirk wan şehîd xistine rakin û şopdarê rêya şehîdan bin.

Welatiya bi navê Zeyneb Elî ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ye, têkildarî sûcên dewleta Tirk axivî û got: "Bi navê hemû jinên Rojhilata Navîn em sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên azad ku hewldana şikandina îradeya jinan a têkoşer dike, şermezar dikin."

Zeyneb Elî destnîşan kir ku ev sûc ji bo jinan ne sûcnî nû ne, ji ber jinan birêxistinkirî domdar dibe armanca dagirkeran. Zeyneb wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em wek jinên bajarê Helebê piştgiriya jinan dikin û em ê bi îradeya xwe û vîna xwe şer bikin."

Sakîna Tewfîq koçbereke ji Serêkaniyê ye û niha li navendeke bajarê Hesekê yên ku ji bo koçberên Serêkaniyê hatine veqetandin, dimîne û anî ziman ku Tirkiyê xaka wan dagir kir, mal û milkên wan wêran kirin û ew ji bajarên wan koçber kirin, jin û zarok qetil kirin û hîn jî sûcên xwe berdewam dike û vîna jinên azad dike armanc.

Sakîna Tewfîq bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî artêşa Tirk serî hildin.

(eh)

ANHA