​​​​​​​Li Sûriyê 12 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku li welat 12 kesên din bi Koronavîrusê ketine û hejmara nexweşan gihaşt 231 kesan.

​​​​​​​Li Sûriyê 12 kesên din bi Koronavîrusê ketin
23 hezîran, 2020   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ajansa Sana ragihand ku Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro 12 haletên nû yên Koronavîrusê (Covid-19) tomar kirin.

Wezaretê îro diyar kir ku 3 kes baş bûne û bi vê yekê hejmara kesên heta niha baş bûne, gihaşt 86 kesan.

Wezaretê destnîşan kir ku li Sûriyê heta niha niha 231 kes bi vîrusê ketine û 7 kes mirine.

(eh)