Xwepêşandêr derbasî Meclisa Herêmî ya Girê Spî yê dagirkirî bûn

Li Girê Spî bi sedan şênî li dijî nebaşriya rewşa jiyanî li gel hebûna artêşa Tirk a dagirker xwepêşendan li ber avahiya Meclisa Herêmî lidar xist. Her wiha danûstandina bi lîreya Tirkiyê jî red kirin.

Xwepêşandêr derbasî Meclisa Herêmî ya Girê Spî yê dagirkirî bûn
22 hezîran, 2020   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihandin ku li bajêr tevahiya dikan hatine girtin li gel nerazîbûnek gelêrî. Her wiha şêniyan li ber `Meclisa Herêmî` xwepêşendan li dijî biraya dawîn a danûstandina bi lîreya Tirkiyê û bilindkirina bihaya nan heta duqatan lidar xistin.

Bi sedan şêniyên bajêr li ber avahiya Meclisa Herêmî ya bajarê Girê Spî li ber çarxerêya Şaredariyê xwepêşendan li dar xist û sloganên şermezarkirina siyaseta birçîkirinê û gotinên nexweş li dijî kesê bi navê `Waêl Hemed` serokê meclisa herêmî berz kirin. Duh meclisê bi zanabûn biryara diyarkirina turika nan bi lîreya Tirkiyê dar xist.

Li gorî çavkaniyan xwepêşendêr derbasî avahiya meclisê bûn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rt43cpGeueQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>