Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî nedana mûçeyan zêdetir dibe

Xwepêşandana polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê dewam dike. Meclîsa Fişar, mamostayên nerazî û gelek şêniyên Silêmaniyê jî tev li xwepêşandanê bûn û daxwaza guhertina sîstema hikumraniyê kir.

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî nedana mûçeyan zêdetir dibe
22 hezîran, 2020   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, xwepêşandana polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê ya li Baxê Giştî a Silêmaniyê di roja 5’an de dewam dike. Polîsên trafîkê bi rojan e li hemberî kêmkirin û paşxistina mûçeyên xwe li qadan in. Her ku diçe xwepêşandan û piştgiriya ji bo polîsên trafîkê zêde dibe.

Meclîsa Fişar, mamostayên nerazî û welatiyên bajarê Silêmaniyê jî îro piştgirî da xwepêşandana polîsên trafîkê û nerazîbûna xwe li dijî paşxistina mûçeyan anî ziman.

Di xwepêşandanê hate ragihandin ku destpêkê ji ber belavnekirina mûçeyan, her kes ji vê sîstema hikumraniyê aciz e. Xwepêşanderan da zanîn ku heya guhertinek ji bo başkirina rewşa welatiyan çênebe û dawî li gendeliyê neyê, ew ê xwepêşandan û nerazîbûnên xwe dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku 5 roj e polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê naçin ser kar. Polîs bi cil û bergên xwe yên fermî dadikevin qadan û nerazîbûna xwe li hemberî nedan û paşxistina mûçeyan tînin ziman.