Talîbanê di hefteyekê de 291 endamên hêzên ewlekariyê kuştin

Rayedarekî hikumeta Efganistanê îro ragihand ku di hefteya derbasbûyî de tevgera Talîbanê herî kêm 291 endamên hêzên ewlekariya Efganistanê kuştine. Rayedar tevger tawanbar kir ku beriya lidarxistina diyalogên muhtemel dest bi kiryarên tundiyê kiriye.

Talîbanê di hefteyekê de 291 endamên hêzên ewlekariyê kuştin
22 hezîran, 2020   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyî ya Efganistanê Cawîd Fîsel anî ziman ku di pêvajoya 19 salên şer de hefteya derbasbûyî hefteya herî xwîndar bû.

Cawîd Feysel bi twittekê ragihand ku tevgera Talîbanê di hefteyekê de li 32 parêzgehan 422 êriş pêk anîn, di encamê de 291 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û 550 kes jî birîndar bûn.

Cawîd Feysel da zanîn ku kiryar û peyamên tevgera Talîbanê yên têkildarî aştiyê nakok in, lewma tu wateya kêmkirina tundiyê tune ye.

(eh)