Êrişên dewleta dagirker li Fîlandayê hatin şermezarkirin

Kurd û dostên wan ên li Fîlandayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin.

Êrişên dewleta dagirker li Fîlandayê hatin şermezarkirin
17 hezîran, 2020   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şeva 15’ê Hezîranê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Şengal, wargeha Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirin.

Li Filandayê NCDK û însîyatîfa jin ji bo progestokirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber parlementoya Filandayê çalakî lidar xistin.

Kurd û dostên wan ên li Filandayê, li ber parlenmentoya Filandayê civiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin.

“Dewleta Tirk a ku ji aliyê îftifaqa MHP-AKP’ê ve tê rêvebirin, ketiyek tengasiyê. Dewleta Tirk dixwaze Kurdên li herçar parçeyên Kurdistanê û hebûna wan tune bike. Li hemberî van êrişan ji bilî berxwedanê tu rê nemaye. Hêzên navdewletî  DYA, YA û hemû cîhan serê li ber gefên Erdogan ditewîne û ew jî berpirs û şirîkên van komkujîyanin. Tekane hêza li Rojhilata Navîn a ku şerê komên terorîst dike, Kurd in. Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ'ê ji Kurdan veke û erka DAIŞ'ê bi cih bîne.”

Çalakvanan bal kişandin ser peymanên firotina çekan a di navbera Fînlanda û Tirkiye de û gotin: “Divê ev Peyman werin hilweşandin.”

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Dewleta faşîst ji Kurdistanê derkeve’, ‘Erdogan ê qatîl’ û ‘Erdogan hevkarê DAIŞ’ê ye’ hatin berzkirin.

Çalakvanan diyar kirin ku dê çalakiyên wan ên li dijî hovîtiya Tirkiyê bidomin û dê gelê Kurd berxwedana xwe bihêztir bike.