Jineke ku hewl dida tev li çeteyan bibe, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsayê keçeke ku hewl dida derbasî Silûkê bibe û tev li çeteyan bibe, girt.

Jineke ku hewl dida tev li çeteyan bibe, hat girtin
15 hezîran, 2020   10:18
EYN İSA

Jina bi navê Rehaf Hesen El-Salih (21) ya girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker,  ji Humûsê ye û dema dixwest derbasî Silûkê bibe û tev li çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bibe, ji aliye Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Eyn Îsayê ve hat girtin. Sala 2012’an bavê wê Hesen Xazî El-Salih tev li çeteyan dibe û niha jî li Silûkê ye.

Jina bi navê Rehaf ku hewl dida tev li çeteyan bibe, ji Humûsê derdikeve û berê xwe dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bavê wê pê re dikeve tekiliyê û rê jê re peyda dike.

Li ser rêya ku derbasî Silûkê bibe gundê Şêx Hesen ê girêdayî rojhilatê Eyn Îsayê ji aliye Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê girtin û radestî hêzên berpirsyar tê kirin.

Her wiha 3 jinên DAIŞ‘î dema hewl dida ji bajarê Eyn Îsayê ber bi Girê Spî yê dagirkerî ve birevin, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatibûn girtin.

ANHA