Parlamenterên iraqî bêdengiya hikumetê li hember sûcên Tirkiyê şermezar kirin

Parlamentoyên iraqî bang li Wezareta Karên Derve kir ku balyozê Tirkiyê vexwîne û muzakereya protestoyê li dijî bombebarana Şengalê û binpêkirina serweriya Iraqê radestî wî bike.

Parlamenterên iraqî bêdengiya hikumetê li hember sûcên Tirkiyê şermezar kirin
15 hezîran, 2020   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kerîm Ilêwî bi daxuyaniyekê ragihand ku hîn jî hêzên Tirkiyê êrişî Iraqê dikin û ev jî tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.

Kerîm Ilêwî got divê serokwezîr û wezîrê karên derve balyozê Tirkiyê vexwînin û muzakereya protestoyê radestî wî bikin , ji ber ku dewleta Tirk biryarên navneteweyî biçûk dibîne û serweriya Iraqê jî binpê dike.

Di heman çarçoveyê de parlamenterê iraqî(Parlamenterê kutlet El-Texyîr) Kawa Mihemed bi daxuyaniyekê wiha got: "Careke din balafirên Tirkiyê duh gelek herêmên Başûrê Kurdistanê, bi taybet Bradost, kampa Rustem Cûdî ya li Mexmûrê û Şengal bombebaran kirin. Her wiha dûbarekirina destwerdanên Tirkiyê li xaka Iraqê û nerêzdariya li hember serweriya wê nîşaneya ku hikumeta Tirkiyê bêdengiya Iraqê derfet digire."

Kawa Mihemed bang li NY’yê û rêxistinên navneteweyî kir ku di rawestandina êrişên bênavber ên balafirên Tirkiyê de rolekê bilîzin, şehadet û koçberiya welatiyan sînordar bikin.

Dewleta Tirk a dagirker Şengal, kampa Mexmûrê ya penaberan a û Herêmên Parastinê yên Medyayê bomebaran kiribûn.

(eh)