Çeteyên Hemzat beramberî serbestberdana Rûken Menla fîdye dixwazin

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Efrînê ji ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker beramberî serbestberdana jina revandî ya bi navê Rûken Menla Mihemed fîdyeyê dixwazin.

Çeteyên Hemzat beramberî serbestberdana Rûken Menla fîdye dixwazin
15 hezîran, 2020   08:47
ŞEHBA

28’ê Gulana derbasbûyî di navbera çeteyên Firqet Hemzat û komên çete yên din de şer derketibû û di encamê de bi ser navendeke Hemzat de girtin û hin jinên revandî hatin dîtin. Rûken Menla Mihemed (28) jî ji wan jinan e.

Rûken Menla Mihemed û hevserê wê Kawa Cemîl Umer (34) ji gundê Dargirî yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî ne. Rûken di Îlona 2018`an hatibû revandin.

Çeteyan ji Rûken Menla xwest ku bi wan re kar bike, lê Rûkenê red kir û paşê hemû ferdên malbatê revandin. Malbata Rûkenê da zanîn ku Rûken di girtîgeha Qelayê (Kelha) ya gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de bû.

Çeteyên Firqet Hemzat piştî revandina Rûkenê bi heftiyekê, bavê wê Menan Menla Mihemed, birayê wê Tahir (23) û kurê apê wê Abdulkerîm Menla Mihemed jî revandin.

Hin çavkaniyan diyar kir ku çeteyan mal û milkên malbata Rûken Menla Mihemed desteser kirin û piştî çend rojan beramberî serbestberdana her yekî 250 hezar lîreyên Sûriyê xwestin, li gel vê yekê dibe ku hîn zêdetir pereyan bixwazin.

Bi hezaran malbatên li hundirê bajarê Efrînê mane zehmetiya sûcên artêşa Tirk ên li dijî wan dikişînin.

(eh)

ANHA