Dayik û kur ji bo şoreşê mil bi mil tê dikoşin

Li Eyn Îsayê ku di bin êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, dayikek û kurê wê mil bi mil ji bo şoreşê tê dikoşin û gel û bajarê xwe diparêzin.

Dayik û kur ji bo şoreşê mil bi mil tê dikoşin
15 hezîran, 2020   04:30
EYN ÎSA

Hêza herî mezin a ku şoreşê pêk tîne û derbasî pelên dîrokê dike, serpêhatiyên qehremaniyê yên di nava şoreşê de ne. Hêza avaker a şoreşa Rojava ya ku em her roj jê re dibin şahid û li kêleka me pêk tê jî, ev qehreman û qehremantî ne.

Serpêhatiya Sara Mihemed jî yek ji wan qehramanî û fedaîtiyan e ku ketiye nava rûpelên şoreşa Rojava. Sara bi kurê xwe re beşdarî şoreşê dibe, hem dibe dayika kurê xwe hem jî fermandara wî. Bi kurê xwe re mil bi mil li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dide, ax, bajar û gelê xwe ji êrişên dagirkeran diparêze.

Dayik û kurê wê di parastina Eyn Îsayê de cih digirin, ji bo şoreşê mil bi mil li dijî dagirkeran tê dikoşin.

‘JI BO KU EM WELATÊ XWE BIPARÊZIN DIVÊ EM BIBIN YEK’

Sara Mihemed dibêje: “Em welat, ax û gelê xwe diparêzin. Em dixwazin her kes beşdarî vê şoreşê bibe. Li dijî dagirkeran cihê xwe di nava şoreşê de bigire. Dayik û kur, bav û kur, xwişk û bira cihê xwe di vê şoreşê de bigirin. Em naxwazin çete bikevin axa me. Ji bo vê jî ez bi kurê xwe re, ji bo gelê xwe, ji bo parastina welatê xwe li ser erka xwe ne. Ji bo vê divê em mil bi mil, dest bi dest bin. Divê em wek malbat di nav de bin. Ji bo em welatê xwe biparêzin, divê em yek bin.”

Sara diyar dike ku ji ber ku bi kurê xwe re di nava têkoşînê de ye, keyfxweş e û bi van gotinan her kesî vedixwîne têkoşînê: “Kurê min bi xwestek û îradeya xwe tev lê bû. Berovajî ku ji dayikekî re zehmet e, ez keyfxweş im û bi kurê xwe serbilind im. Ji ber ku ez û kurê xwe mil bi mil li ber xwe didin, xizmeta gelê xwe dikin û em bi xwestek vî karî dikin. Em bi zarokên xwe, em bi xwişk û birayên xwe re ne. Divê em li cem wan bin û bi wan re li ber xwe bidin. Divê em di nava yekitiyê de bin. Di şoreşa Rojava de, divê em jin, mêr, ciwan, kal û pîr bi hev re bin. Em neçar in welatê xwe biparêzin. Tirk êrişî me dikin. Dixwazin me ji welatê me derxin. Çavê wan di axa me de ye. Dixwazin gelê me ji axa wan derxin. Divê em li dijî vê bisekinin.”

‘EZ BI DAYIKA XWE RE GELÊ XWE DIPARÊZIM’

Mihyedîn Ehmed Salih ê ku mil bi mil bi dayika xwe Sara re tê dikoşe, wiha dibêje: “Ez û dayika xwe bi hev re di nava Hêzên Asayîşê yên Eyn Îsayê de kar dikin. Em ji bo ku gelê xwe ji êrişên dewleta Tirk biparêzin, dixebitin. Ji bo vê jî kes û erebeyên dikevin bajêr û ji bajêr derdikevin, kontrol dikin.”

Yek ji hêmanên ku  şoreşa Rojava dixe nava pelên dîrokê, berxwedan û şerê gel e. Yê ku hemû gelan, dayikan, bavan, xwişkan, birayan û xizman tîne gel hev, agirê vê şoreşê ye. Yên ku li ruxmî hemû kiryarên dermirovî, îşkence, destavêtin, dagirkerî û talankirinê derdikevin û li dijî van kiryaran dibin sembolên berxwedanê, berxwedêrên wekî Sara û kurê wê ne.

(bm)

ANHA