Li Minbicê du bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Minbic û gundewarên wê du bazirganên hebên hişbirê li gundên başûrê bajêr girtin.

Li Minbicê du bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
14 hezîran, 2020   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser agahiyên welatiyan ku du bazirganên madeyên hişbirê hene, Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Minbic û gundewarên wê dest bi lêgerînê kirin. Hêzê herdu kes girtin û miqdareke hebin hişbirê ku li gel wan bû desteser kirin.

Bazirganekî li xwe mikur hat ku wan madeyên hişbirê di dikanekê de vedişartin, her wiha li xwe mikur hat ku 535 hebin "Captagon" ên hişbirê û miqdarek heşîş di dikanê de hene.

ANHA