3 jinên DAIŞ‘î dema hewl didan birevin hatin girtin

3 jinên DAIŞ‘î dema hewl didan ji navçeya Eyn Îsayê ber bi Girê Spî ya dagirkerî ve birevin, ji aliyê Hêzên Asayîşê Polîsên Trafîkê ve hatin girtin.

3 jinên DAIŞ‘î dema hewl didan birevin hatin girtin
14 hezîran, 2020   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî hêzên ewlehiyê ji ANHA‘yê re got, Polîsên Trafîkê 3 jinên DAIŞ‘î dema hewl didan bi rêya hin simsar û şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê ji gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkerî ve birevin, girtin.

Li gorî çavkanî,  jinên DAIŞ‘î yên hatin girtin ev in "Meryem Mihemed El-Cafer (64)  3 kurên wê di nava DAIŞ‘ê de ne û niha di girtîgehên QSD‘ê de ne, Rîm Îbrahîm El-Ebo (26) hevjîna çeteyekê DAIŞ‘ê ye ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de hate kuştin. Hîba Salih El-Elî (25) hevsera çeteyekî DAIŞ‘ê ye ku niha di girtîgehên QSD‘ê de ye.

Hêzên Asayîşê û Trafîkê jinên DAIŞ‘î radestî aliyên ewlehî yên berpirsyar kirin.

ANHA