Li beşa Muhacîrat a kampa Holê depoya çêkirina molotofan hat dîtin

Hêzên ewlehî û leşkeriyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê di pêngava baqijkirina kampa Holê de, depoyeke çêkirina molotofan bi rêveberiya xurtekî li beşa Muhacîrat dîtin.

Li beşa Muhacîrat a kampa Holê depoya çêkirina molotofan hat dîtin
13 hezîran, 2020   12:10
NAVEDA NÛÇEYAN

Di encama pêngava birêxistinkirin û paqijkirina kampa Holê ya ji hêla hêzên ewlehiyê û leşkerî yên Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopîne,hat  ragihand ku di dîroka 10‘ê Hezîranê de hêzên ewlehiyê depoyek ku xurtek bi rê ve dibe, li beşa Muhacîrat a jinên çeteyên DAIŞ’ê, dît.

Di depo de madeyên benzîn, kaz û spêrto ku ji bo çêkirina molotofan bi kar tîne, heye.

Duh piştî du rojan hêzên ewlehiyê pêngava paqijkirin kampa Holê bi dawî kir û ji nû ve agahiyên der bare jinên çeteyên DAIŞ’ê yên li beşa Muhaxîrat kom kirin.

Kampa Holê  45 km li rojhilata bajarê Hesekê ye, 74 hezar ji malbetên koçber, penaber, jin û zarokên DAIŞ’ê tê de hene, her wiha ev kamp ji xetertirîn kampa cîhanê ye.

ANHA