‘ Nêzîkbûyîna kurdî dê hêza ber bi çareserkirina aloziya Sûriyê ve zêde bike‘

Enwer Muslim banga piştevaniya projeyên aborî û avakirina rêgeza xwetêrkirinê ji bo derbaskirina encamên krîza aborî. Her wiha têkildarî yekitiya netewî got: "Nêzîkbûyîna Kurdî-Kurdî dê encamên erênî  bi xwe re bîne, hêza ber bi çareserkirina aloziya Sûriyê ve zêde bike."

‘ Nêzîkbûyîna kurdî dê hêza ber bi çareserkirina aloziya Sûriyê ve zêde bike‘
9 hezîran, 2020   17:27
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya rêze civînên xwe yên bi gel re, îro li navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo civînek li dar xist. Bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê PYD‘ê Enwer Muslim geşedanên ku herêmê tê re derbas dibe, jê hewdanên diyalogên bi hikumeta Sûriyê re, aloziya aborî û diyalogên Kurdî-Kurdî nirxand.

‘GEL QEBÛL NAKE VEGERE REWŞA BERIYA 2011‘

Muslim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi diyalogan bi hikumeta Sûriyê re bighêjin formekê ku mafên hemû pêkhateyên misoger bike û got: "Hikumeta Sûriyê bi zihniyeta xwe ya beriya sala 2011‘an ve girêdayî ye, giraniyê dide ku Sûriyê li serdestiya dewleta navendî vegere ya ku azadiya gelan qebûl nake. Lê Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vî şertî qebûl nakin ji ber ku ev şert azadî û aştiyê li Sûriyê pêk naîne. Gelê ku fedayetî û xwîn daye û DAIŞ‘ê têk biriye qebûl nake li hegemoniya desthilata navendî vegere heke mafên vî gelê fedekar nede. "

‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BI PROJEYÊN ABORÎ WERE KIRIN‘

Derbarê rewşa aborî de jî Muslim ev nirxandin kir : "Li herêmê aloziyeke aborî heye. Pêkanîna Qanûna Qeyser nêzîk dibe, ev yek dê bandorê li gelemperiya herêmê bike. Ji ber ku Qanûna Qeyser dê encamên wê li ser gelê hebe yê ku bi lîreya sûrî dide û destine. Lewra divê hemû piştevaniya projeyên aborî bikin û rêgeza xwetêrkirinê ava bikin da ku aloziya aborî derbas bibe."

Muslim got, di vê mijarê de divê gel bi Rêveberiya Xweser re hevkar be da ku kareseta aborî derbas bibe.

‘NÊZÎKBÛYÎNA KURDÎ DÊ HÊZA ME DI ÇARESERKRINA ALOZIYA SÛRIYÊ DE XURT BIKE‘

Muslim di nava axaftin xwe îşaret bi diyaloga kurdî kir û destnîşan kir ku encamên pêvajoya yekemîn a nêzîkbûyîna di navbera PYD û ENKS‘ê de erênî bûn, nêrînên herdu aliyan yên girêdayî gelek nuqteyên ku gelê Kurd elaqedar dikin nêzî hev bûn.

Muslim her wiha got: "Nêzîkbûna di navbera partiyên Kurd de nayê wateyan dûrxitina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev nêzîkbûyîn dê encamênê erênî di xurtkirina têkiliyên bi gel û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bîne, her wiha dê hêza me di çareserkirina aloziya Sûriyê de xurt bike."

Hevserokê PYD‘ê Enwer Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoya heyî yekitî û xebateke cidî ya hevpar ji bo xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst dike. Di oxira jiyaneke bi rûmet  de ji bo tevahî pêkhateyên herêmê me bi hezaran şehîd û birîndar dan. Ev xak bi xwîna şehîdan hate avdan. Divê em layiqî keda şehîdan bikin û destkeftiyan biparêzin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cYcnWBKpFRo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>