Plansaziya havînê ya Şaredariya Dirbêsiye çi ye?

Şaredariya Gel a Dirbêsiye projeyên xizmetguzarî yên demsala zivistanê bidawî kir û niha di havînê de hewl dide gelek projeyan pêk bîne.

Plansaziya havînê ya Şaredariya Dirbêsiye çi ye?
8 hezîran, 2020   04:35
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Ruxmî şertên ku herêmê tê re derbas dibe ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê û pandemiya Koronavîrusê, saziyên xizmetguzarî xebatên xwe didomînin.

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiye gelek projeyên havînê danîn plansaziya xwe piştî ku amûrên xizmetguzarî yên pêwîst peyda kirin û erêkirina Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê bidest xist.

ZIFTKIRINA RÊYAN

Ziftkirina rêya ji girîngtirîn projeyên xizmetguzarî li cem Şaredariya Gel tê hesibandin. Ji ber ku di encama tesîrên xwezayî de gelek çal di rêyan de çêbûne. Şaredariyê dê hewl bide di demek kin de dest bi vê projeyê bike.

Şaredariyê îsal biryar da ku projeyên ziftkirina rêyan ên ku di havîna borî de bidawî nekirine, îsal temam bike; rêya giştî ya di navbera navçeya Dirbêsiye û Ezîze, ev rê gelek qelişiye û tê de çal çêbûne. Tevî wê jî dê rêya taxa Rojhilat bi taybat taxa Sînor restore bike.

SERERATKIRINA TOREYÊN KANALÎZASYONÊ

Di havîna borî de Şaredariya Gel gelek toreyên kanalîzasyonê yên navçeyê sererast kirin. Jê toreyên taxa Xerbiye yên ku bûbû jêdera nexweşî û bêhnên nexweş.

Li gorî cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiye Elî Salih şaredarî niha hewl dide toreyên mane sererast bike bi taybet li taxên ku hejmara şêniyan tê de zêde ye.

AVAKIRINA SÛKEK TAYBET JI BO GOŞT Û GARECEKÊ

Şaredariya Gel hewl dide sûkek taybet ji bo goşt ava bike û ji sûka navçeyê dûr bike. Tê payîn şaredarî vê projeyê di vê salê de pêk bîne. Her wiha şaredariya projeya avakirina geraca erebeyên mezin daye ber çavên xwe da ku asta qerebalixa trafîkê di nav navçeyê de sivik bike û tevgerên wê di demên diyar de birêxistin bike.

PROJEYÊN KU DI DÊ HAVÎNÊ DE PÊK WERIN

Elî Salih destnîşan kir ku tê payîn şaredarî heta dawiya vê havînê projeyên li jor hatine bibîrxistin, bidawî bike û plansaziyên nû ji bo zivistanê deyne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QJbiIzv-klA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>