ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-06-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-06-2020
7 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê destpê kiriye dê were şopandin.

-Şêniyên navçeya Girkê Legê li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina parlamanterên HPD‘ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari meşekê lid dar dixin, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Efrîniyên li kantona Şehbayê bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan şermezar dikin, saet 18:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan ên li Efrînê daxuyaniyê dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Dr.Remadan El-Bihbah got: “Peymana Qahîra ya ku serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî ragihandiye destnîşan dike ku çareseriya leşkerî li Lîbyayê rewşa welêt girêktir dike û tu bedîl li şûna çareseriyek siyasî ku Lîbyayê xilas dike, tune ye.” (BI WÊNE).

-POLÎTÎKA

- Melê Eliyê Mûşê ku jiyana wî di nav koçberî, berxwedan û têkoşîna olî de derbas bûye, got siyaseta Erdogan a yekperestiye li dijî ola îslamê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed siyaset û zihniyeta rejîma Tirk a ku dixwaze dengê jinên azadîxwaz tune bike, rexne kir û got: “Dewleta Tirk dijminahiya jinên demokrat dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Firina jinê ya li herêma El-Kesrat ji girîngtirîn projeyên aborî yên jinê li rojavayê gundewarê Dêrazorê tê hesibandin. Firin bi kalîtebûna nan û bihaya wî ya guncew navdar e. Ji wê zêdetir nêrîna civakê ji jina karkera re guhert. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Dirbêsiye projeyên xizmetguzarî yên demsala zivistanê bidawî kir û niha di havînê de hewl dide gelek projeyan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Hecînê diyar kir ku ji ber derfetên kêm, asta pêkanîna projeyan hêdîka diçe.

- Komîteya Karûbarên Civakî  û Xebitandinê a Şedadê zêdetirî 600 kes di saziyên rêveberiyê de li navçeyê her yek li gorî beşên xwendinê erkdar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî 40 salan ji qezayên tirafîkê û qerebalixê, Şaredariya Gel a Sirînê çarxerêyek li ser rêya navdewletî M4 a ku bajarê Kobanê û bajarokê Sirîn û bajarên Cizîrê û bajarên din bi hev ve girê dide, ava kir. Tevî ku plan dike taxek pîşeyî li bajarokê ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê rûberên zeviyên ku komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şewitandine eşkere kirin. Zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA