Ji ber êrişên hêzên dagirker agir bi dexl û danan ket

Hêzên dagirker gundên rojavayê bajarê Girê Spî gulebaran kirin, di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Ji ber êrişên hêzên dagirker agir bi dexl û danan ket
31 gulan, 2020   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama topbaran û gulebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên Huriya û Kopirlik ên rojavayê bajarê Girê Spî de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Şênî ji tirsa ku ji aliyê dagirkeran ve werin hedefkirin nikarin şewatê vemirînin. Şewat hîna didome.

ANHA