Dagirker xwezaya Efrînê qetil dike

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir berdan daristanên navçeyê.

Dagirker xwezaya Efrînê qetil dike
31 gulan, 2020   14:19
EFRÎN

Binpêkirinên leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî mirov, xweza û dîroka Efrînê didomîn.

Çavkaniyekî ji ANHA‘yê re dazanîn ku çeteyên  "Feyleq El-Rihman" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker îro daristanên gundê Tetara ya navçeyê şewitandin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan rê nedan şêniyan da ku şewatê vemirînin.

Şewat didome, her diçe berfireh dibe.

ANHA