​​​​​​​TAJÊ: Li dijî êrişên li ser jinan bêdeng nemînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û bang kir her kesî li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe derxîne.

​​​​​​​TAJÊ: Li dijî êrişên li ser jinan bêdeng nemînin
31 gulan, 2020   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir.

TAJÊ‘yê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan di şexsê jinan de dixwazin gelê Efrînê tine bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wek çawa ku êriş birin ser Şengalê, di heman demê jin kirin hedef. Bi hezaran keç û jinên Êzidî dîl hatin girtin. Hatin kuştin û li bazaran hatin firotin û her cûreyên tundiyê li wan kirin. Îro jî heman tişt li Efrînê bi destê çeteyên Tirk di şexsê jinê de pêk tînin. Ev yek jî dewamiya 3y'ê Tebaxa 2014'an.

Li ser vî esasî em bang li sazî û dezgehan dikin, ku dibêjin ew mafê mirovan diparêzin, bi taybetî ên girêdayê jinê li hember van êrişên hovana rabin û bêdeng nemînin. Her wiha em bang li hemû jinên cîhanê dikin li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser jinê rabin û qebûl nakin.

Duh li ser Şengalê bû îro jî li Efrînê. Dewleta Tirk dixweza Kurda tine bike. Lê bila baş zanibin, bixwazin jinê tine bikin berovajî wê em jin wê hêza xwe û rêxistinên xwe xurtir û mezintir bikin. Em dibêjin Jin jiyan e jiyanê nekujin, Jin jiyan azadî."