159 malbatên iraqî vegeriyan Iraqê

159 malbatên iraqî ji Kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê.

159 malbatên iraqî vegeriyan Iraqê
9 adar, 2024   16:18
HESEKÊ

Di çarçoveya koordîneya navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteya ewlehiyê û komîteya koçberiyê û koçberan a Iraqê de, îro beşa yekemîn a koçberên Iraqê ku ji 622 kesan pêk tê, ji Kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê.

Koçber saet di 14:30`an de tevî parastineke taybet ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, ji kampê ber bi Iraqê ve birêketin.

(şx)

ANHA