Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn

Hunermendê mezin Mihemed Şêxo di salvegera 35’an a wefata xwe de li ser gora xwe ji aliyê hunermendan ve hate bibîranîn.

Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
9 adar, 2024   16:10
QAMIŞLO

Bi minasebeta 35’emîn salvegera wefata Mihemed Şêxo, endamên saziyên çand û hunerê yên kantona Cizîrê, Saziya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê, rewşenbîr û gelek kesan serdana gora wî kir.

Baha Şêxo li ser gorê axivî û behsa kesayet û têkoşîna birayê xwe hunermend Mihemed Şêxo kir.

Baha Şêxo diyar kir ku birayê wî di şert û mercên pir giran de, bi hunera xwe bûye dengê gelê xwe û wiha axivî: “Mihemed Şêxo di stranên xwe de her tim qala êş, têkoşîn û berxwedana gelê xwe kir. Wî tu carî cih neda stranên ku gelê wî îfade nakin. Lewma îro ji her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd xwedî lê derdikeve.”

Li ser gora Mihemed Şêxo stranên wî û helbestên ji bo wî hatibûn nivîsandin, hatin gotin.

(bm)

ANHA