Balyozê Çînê yê Îsraîlê di mala xwe de mirî hat dîtin

Li gorî medyaya Îsraîlê balyozê Çînê yê Îsraîlê Du Weî li mala xwe ya li Telavîvê mirî hat dîtin.

Balyozê Çînê yê Îsraîlê di mala xwe de mirî hat dîtin
17 gulan, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Îsraîlê balyozê Çînê yê Îsraîlê Du Weî li mala xwe ya li paytexta Îsraîlê Telavîvê mirî hat dîtin.

Wezareta Karên Hundir jî mirina Du Weî piştrast kir. Polîsan der barê mirina wî de dest bi lêpirsînê kir.

Balyozê Çînê yê Îsraîlê Du Weî 57 salî bû û di meha Sibatê de wek baylozê Çînê li Îsraîlê dest bi kar kiribû.