​​​​​​​Li Hesekê cotkaran dest bi çinîna berhemên kemûnê kir

Cotkarên ji bajarê Hesekê dest bi çinîna berhemên kemûnê kir û diyar kir ku baran ne di demê de û hêmanên hewayê bûn sedema paşdexistina berhemên îsal.

​​​​​​​Li Hesekê cotkaran dest bi çinîna berhemên kemûnê kir
​​​​​​​Li Hesekê cotkaran dest bi çinîna berhemên kemûnê kir
​​​​​​​Li Hesekê cotkaran dest bi çinîna berhemên kemûnê kir
​​​​​​​Li Hesekê cotkaran dest bi çinîna berhemên kemûnê kir
​​​​​​​Li Hesekê cotkaran dest bi çinîna berhemên kemûnê kir
16 gulan, 2020   11:39
HESEKÊ

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dewlemendiya ax û hewaya xwe ya guncaw tên naskirin, bi taybet herêma Cizîrê ji ber madeyên xwarinê yên sereke ji herêmê derdikevin.

Rêveberiya Xweser girîngiya mezin da çandiniyê û alîkariya cotkaran kir, ew jî bi rêya bi rêya derbaskirina cureyên nû ji berheman ji bilî genim û ceh.

Cotkaran bi destekdayîna Desteya Çandiniyê berhema kemûnê derbasî herêmê kir û rûberên mezin bi kemûnê çandin û xwe spartin baranê.

Îsal baran zêde bariya. Genim û ceh sûd jê girtin lê li gorî cotkaran ku barana ne dema xwe de bariya û bandoreke neyênî li berhemên kemûnê kir.

Cotkarên ji bajarê Hesekê bi destan dest bi çinîna berhemên kemûnê kir, da ku parastina başbûna wê misoger bikin û tovên wê ji ber sivik in, neweşin.

Piraniya kesên kemûnê diçinin, jin in. Xebatkarên jin saet ji 05:00`an  û heta 10:00`an sibehê di nava zeviyian de ne. Ji ber kemûn di vê demê de hê şil e û baştir tê çinîn.

Meha Etiye ji bajarê Hesekê ye wiha got: "Em kom bi kom bi dema 5 saetan kemûnê diçinin. Bi vê yekê me alîkariya malbatên xwe dikin. Li beramberê wê jî em 2 hezar lîreyên Sûrî, digirin.

Cotkarê bi navê Alan Husên ji gundê Dawodiyê yê bajarê Hesekê ye wiha axivî: "Berhemên îsal ji salên derbasbûyî baştir in. Lê barana ku di demên dawîn de bariya bandoreke neyênî li berheman kir û rêjeya wê daxist."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xz5rT9KP86Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>