Desteya Tenduristiyê: Ti alîkar ji hêla WHO‘yê ve ji me re nehatiye

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku wan ti alîkarî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wernegirtiye.

Desteya Tenduristiyê: Ti alîkar ji hêla WHO‘yê ve ji me re nehatiye
12 gulan, 2020   17:17
QAMIŞLO

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand. WHO‘yê ragihand ku wê 30 ton alîkarî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.

Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ev agahî red kir û got: "Ti alîkarî ji me re nehatiye, rêxistinê derbarê vê yekê de têkilî bi me re çênekiriye."

ANHA