Li rojavayê Til Temirê di navbera komên çete de şer rû dide

Li bejahiya rojavayê navçeya Til Temirê di navbera komên çete de şer diqewime.

Li rojavayê Til Temirê di navbera komên çete de şer rû dide
9 gulan, 2020   19:27
HESEKÊ

Li gundên Dawudiyê û Erîşê yê girêdayî kantona Hesekê û 12 km dûrî bjarê Serêkaniyê di navbera komên çete de şer rû dide.

Hate diyarkirin ku şer di navbera çeteyên Sultan Murad û Furqet El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de rû dide.

Sedema derketina şer û encamên wê nehatin zanîn.

ANHA