Li kampa Holê du jinên DAIŞ‘î hatin girtin

Hêzên Ewlekariyê yên kampa Holê girtina ser depoyeke madeyên amadekirina bombeyên şewatê û du jinên DAIŞ‘î  yên Mexrîbî girtin.

Li kampa Holê du jinên DAIŞ‘î hatin girtin
7 gulan, 2020   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariyê li kampa Holê girtine ser depoyekê ku tê de 70 şûşeyên benzîn û alkolê hene û du jinên DAIŞ‘î yên mexrîb di depoyê de girtin.

Hate gotin ku çete van madeyan ji bo çêkirina bombeyên şewatê "Molotof" bi kar tînin."

Di 10 rojên dawî de du depoyên van madeyan li beşê jinên DAIŞ‘ê yên kampa Holê têne dîtin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nUmHU9TrRXg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>