WHO texmîn dike ku dê pandemiya Korona hêdî hêdî lawaz bibe

Rêxistina WHO destnîşan kir ku Koronavîrus dê hêdî hêdî lawaz bibe, lê dê kar mîna berê venegere. Rêxistinê banga bidawîkirina cureyên newekheviyê kir.

WHO texmîn dike ku dê pandemiya Korona hêdî hêdî lawaz bibe
6 gulan, 2020   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Murdiê giştî yê WHO Tidros Adnum Giberisus di civînek a çapemeniyê de îro got: “Pandemiya Koronavîrusê dê hêdî hêdî lawaz bibe, lê kar dê mîna berê venegere.”

Tidros Adnum Giberisus wiha domand: "Em nikarin pandemiyê rawestînin, ger em destpêkê bi cureyên newekheviyê yên ku wê mezin dikin, nedin nestînin."

Tidros Adnum Giberisus destnîşan kir ku istismara di warê tenduristiyê de dê jiyana şêniyan xilas bike. Divê em vê tecrubê ji pandemiya Covid 19 bigirin.

Ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê, zirarên mezin di warê aborî, bi taybet veguhestin û turîzimê de çêbû û sûkên pereyan ên cîhanê hilweşîn û sûkên enerjiyê bi lez daketin. 

(şx)