Freedom Forum wêneyên du şehîdan Seed û Mihemed li malpera xwe ya enternetê zêde kir

Rêxistina Freedom Forum navên şehîdan Seed Ehemd nûçegihanê ajansa Hawarê û Mihemed Reşo nûçegihanê kanala Çira TV tevî 9 rojnamevanên din ên ku li cîhanê jiyana xwe jidest dane, li ser malpera xwe kir nav peykerên sembolîk.

Freedom Forum wêneyên du şehîdan Seed û Mihemed li malpera xwe ya enternetê zêde kir
6 gulan, 2020   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê çîroka 11 mêr û jinan tev li peykara sembolîk a rojnamevanan kir. Di nav de rojnamevanên ku di êrişa balafirên Tirkiyê de li dijî Serêkaniyê şehîd bûne jî hene. Rêxistinê tevahiya rojnamevanên di sala 2019’an de di şopandina nûçeyan de jiyana xwe jidest dane, temsîl kir.

Dihat payîn ku şahiyek xelatkirin li darketiba, lê ji ber pandemiya Korona betal bû.

Nûçegihanê ANHA Seed Ehmed di şopandina kerwana sivîlan ji şêniyên Til Temirê yên ku berê xwe dabûn Serêkaniyê ji bo şermezarkirina êrişa Tirk şehîd ket. Di 13`ê Cotmeha 2019`an de balafirên artêşa Tirk a dagirker kerwana sivîlan kirin hedef.

Nûçegihanê Çira TV Mihemed Hisên Reşo piştî şehîdketina Seed Ehmed bi rojekê ji ber birînên xwe yên di encama hedefgirtina balafirên Tirkiyê kerwana sivîlan di 13`ê Cotmeha 2019`an de şehîd ket.

(şx)

ANHA