Li Tirkiyê 3 hezar û 397 kes ji ber Koronayê mirine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 61 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin.

Li Tirkiyê 3 hezar û 397 kes ji ber Koronayê mirine
3 gulan, 2020   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê rêjîma Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku di 24 saetên dawî 61 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin û Hezar û 670 kesên nû jî bi şewbê ketin.

Li gorî daneyan bi giştî heta niha li Tirkiyeyê 126 hezar û 45 kes bi vîrusê ketine û 3 hezar û 397 kesan jiyana xwe ji dest dane.