Du îtîlafan bawerî nedan El-Kazimî

Îtîlafa Niştîmanî û Îtîlafa Dewleta Qanûn ragihand ku bawerî nedan hikumeta serokwezîrê hatiye erkdarkirin Mistefa El-Kazimî.

Du îtîlafan bawerî nedan El-Kazimî
3 gulan, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îtîlafa Niştîmanî ya bi serkêşiya serokwezîrê berê Îyad Elawî ku 21 kursî di parlemantoyê de girtiye di daxuyaniyekê de got:" Îtîlafa Niştîmanî teqez dike ku pêwîst e daxwazên netewî yên xwepêşandêran di ber çavan re werin derbaskirin û nûnertiya xwepêşandêr, sendîqe û yekitiyên pîşesazî hebe."

Îtîlafê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dema borî de diyalogê bi El-Kazimî û hêzên siyasî yên cuda re pêk bînin lê bi ser neketin. Her wiha destnîşan kir ku mekanîzmeya diyarkirina wezîran ne diyar bû.

Îtîlafê wiha domand: "Li ser vê bingehê em baweriyê nadin vê hikumetê û em civîna parlamantoyê ya ku tê payîn lidar keve boykot bikin. Em ê bi awayekî aştiyan e li rex welatiyan li dijî vê hikumetê derkevin."

Îtîlafa Dewleta Qanûnê ya xwedî 26 kursî di parlamantoya Iraqê de ye û Nûrî Malkî serkêşiya wê dike  jî di daxuyaniyekê de got ew tev li avakirina hikumetê nabe û deng nediyê û biryarê ji endamên meclisê re dihêle da ku berbijarka guncew hilbijêrin.

Mihemed El-Helbûsî serokê parlamantoyê duh bang li perlamenteran kirin ku sibe Duşemê tev li civînê bibin. di nav amadekariyên lidarxistina civîna dayîna baweriyê ji hikumeta Mistefa El-Kazimî re.