Hewldana derbeyekê li dijî desthilata Venezuela hate têkbirin

Hikûmeta Venezuela îro ragihand, êrişek deryayî ya "çeteyên terorîstî" ji Kolombiyayê hewl da derbasî welatî bibe da ku darbeyekê li dijî desthilatê pêk bîne, têk bir.

Hewldana derbeyekê li dijî desthilata Venezuela hate têkbirin
3 gulan, 2020   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Hundir ê hikûmeta Venezuela Nestor Riverol ji kenaleke televîzyonê re wiha got: "Îro, 3‘ê Gulanê, komeke terorîst ji Kolombiyayê hewl da bi rêya deryayî êrişeke terorîst li welat pêk bîne û serkirdeyên hukûmeta Venezuelayê bikujin da ku derbeyekê li dijî desthilatê pêk bîne."

Riverol destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê hewldan têk bir, gelek  kuştî û birîndaên komê çêbûn.

Piştî ku lîderê muxalefetê Juan Guaido yê ku ji erka serokatiya parlemantyê hate xistin  û bi desteka DYA û gelek dewletên din bû serokê demekî yê welat, li Venezuelayê rewşek alozî heye.