​​​​​​​Rejîma Îranê kolberek din qetil kir

Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

​​​​​​​Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
3 gulan, 2020   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di saetên sibehê de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberek bi navê Mehmud Muradî temen 22 salî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ev sê hefte bûn Muradî zewicî bû.

Duh bi şev jî li ser sînorê Nokan-Kanî Zerd ya Serdeşt a ser bi parêzgeha Urmiyeyê, hêzên rejîma Îranê êrîşê komek kolber kir. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Mihemed Îbrahîm Zade ê xelkê gundê Nebî Abad a ser bi bajarokê Rebete, hate kuştin. Nebî bavê 3 zarokan bû.