PYD‘ê peyama 1‘ê Gulanê da

PYD‘ê têkildarî 1‘ê Gulanê got:  "Em beşek ji berxwedarên pêşeng ên li dijî keysbazî û pişaftinê in. Em bi hevkarên xwe re di xendeqa berxwedanê de bimînin heta cewisandina li ser tevahî mirovahiyê bi dawî bibe."

PYD‘ê peyama 1‘ê Gulanê da
30 nîsan, 2020   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê 1‘ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin:

"Roja Karkeran a Cîhanê wekî roja piştgiriya bi daxwazên karkeran destpê kir. Karkeran xwestin mercên kar werin başkirin û mafên xwe bi dest bixin. Ji ber hegemoniya kapîtalîzmê ya li ser tebeqeya karkeran jiyana wan bûbû mîna dojehê. Bi berfirehbûna kesybazî û amûrên wê re ev roj veguherî roja cîhanê ya hemû karker û bindestan da ku li ser asta cîhanî li hemberî keysbazî û pişaftina hegemonyaya hêzên modernîteya kapîtalîst pişgirî bi karkeran re bê kirin.

Mîna li seranserî cîhanê, em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn qurbaniyên kesybazî û çavbirçîbûnê ku hêzên hegemoniya cîhanî ger bi awayekî raste rast be an jî bi rêya wekîlên xwe yên herêmî be dimeşîne. Beşdarbûna karkeran a ji bo rojî ji bawerî û vebijarkên me yên netewî tê. Her wiha ji nêrîna me ya ji cewherê pêvajoyê tê ku divê ne bi polîtîkayên dûrxistinê pêk were, lê bi helwest û siyasetên netewî tê ku her kesî li pêşberî berpirsyariyên dîrokî û nêrîneke hekbûyî ji bingehê netewî datîne.

Li ser vî bingehê, parojeya ku Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo wê bang dike û hewl dide li herêmê bi pêş bixîne projeyek netewî ye, dûrî desthilatiya ferdî û kesybazî ye, daxwaz û hêviyên gelê me di edaleta civakî, wekhevî ya ji bingeha demokrasiya radîkal de bi cih bîne. Ji ber vê yekê dijminên gel û mirovahiyê bi hemû alavên xwe hewl dide rêveberiyên xweser ên ku em hewl didin bi pêş bixin, têk bibin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) de vê wesîleyê li tebeqeya karkeran pîroz dikin. Em li herêma Rojhilata Navîn beşek ji berxwedêrên pêşeng ên li dijî keybazî û çewisandinê in. Em ê bi hevkarên xwe re di xendeqa berxwedanê de bimînin ta keysbazî û çewisandin li ser tevahî mirovahiyê bi dawî bibe."

ANHA