‘Ger PDK xwe ji zincîrên Tirkiyê rizgar neke, wê xwe bişewitîne’

 Mele Newaf got: “Divê PDK xwe ji zincîrên koletiya Tirkiyê rizgar bike, an wê xwe bişewitîne.” Her wiha bang li PDK`ê kir ku bi partiyên Kurd ên din û gelê Kurd re bibe yek.

‘Ger PDK xwe ji zincîrên Tirkiyê rizgar neke, wê xwe bişewitîne’
21 nîsan, 2020   04:35
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-MIHEMED EKINCÎ

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide hebûna gelê Kurd bi rêya binpêkirin, lihevkirin û planên xwe qir bike. Di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî Kurdistanê zêde kirin. Herî dawîn êrişî wargeha Mexmûr a li başûrê Kurdistanê kir û di encamê de sê jin şehîd ketin. Her wiha êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastina Medya zêde kirin.

Hinek hêzên Kurd alîkariya Tirkiyê dikin û hêzên xwe li Ranya û Soran kom dikin. Bi taybet li herêma Zînî Wertê ya li başûrê Kurdistanê.

Di vî warî de endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Amûde Beşîr Mele Newaf got: “Dewleta Tirk di danîna planên qirêj de xwedî tecrube ye. Bi  taybet jî hikumeta Tirkiyê ya niha ku serkêşiya wê AKP ye.”

‘ERDOGAN HEWL DIDE ŞOPA PÊŞIYÊN XWE BIDOMÎNE Û PLANÊN XWE YÊN LI SER ROJHILATA NAVÎN PÊK BÎNE’

Newaf destnîşan kir ku Tirkiye mîrasgirê dewleta Osmanî ye û got: "Sultan Selîm û Muradê Sêyemîn di dewleta Osmanî, cihek mezin di nav sultanên Osmanî de digirtin. Murad artêşa inkîşarî (yenîçerî) ava kir. Niha Erdogan li gorî heman rêbazê dimeşe da ku pêlanên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bîne."

Dewleta Tirk niha hewl dide plan û projeyên mîna lihevkirina Sayks Bîko dîne da ku fitneye di navbera Kurdan de biafrîne, wan parçebe bike û tune bike. Lê ev plan di dirêjahiya 40 salî de bibinketin û nikarî vîna gelê Kurd di berxwedanê de bişkîne. Nîşaneyên wan planan di êrişên dawîn de li dijî wargeha Mexmurê û herêmên parastina Medya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belî kirin. PDK jî alîkariya Tirkiyê dike. Nuqteyên xwe li nêzî nuqteyên PKK`ê ava kirin da ku pêkanîna plana Tirkiyê hêsan bike.”

Newaf bal kişand ser ku dewleta Tirk hewl dide tevahiya tevgerên rizgariyê yên ku azadî û demokratîk armanc dikin, bi rêya projeyên xwe yên kirêt û lîstokên xwe yên çêkirî tune bike û hegemoniya xwe li herêmê fireh bike.

‘ERDOGAN RUXMÎ TEVAHIYA DERFETÊN XWE LÊ NIKARÎ PLANÊN XWE PÊK BÎNE’

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku ruxmî ku Erdogan tevahiya derfetên xwe yên leşkerî û dîplomasî bikar anîn lê nikarî bigihêje armanca xwe û xeta sînor li Bakur û Rojhilatê Srûiyê dagir bike û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike. Newaf got: "Ji ber wê vegerî qada Başûrê Kurdistanê û planên kirêt danîn."

‘GER TIRKIYE ARMANCA XWE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÊK ANÎ, DOZA KURD WÊ SEDSALEKÊ PAŞDE VEGER’

Newaf bibîr xist ku sê partiyên siyasî yên mezin li wir hene û got: “Ew rolek mezin di çareserkirina dozên Kurd de dilîzin. Ji aliyek din ve Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê birêxistin dikin.

Tirkiye ji êrişên xwe yên dawîn li dijî herêmên başûr gelek tiştan armanc dike. Ya yekê afirandina şerek navxweyî Kurd-Kurd di navbera her sê partiyên li wir de; Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Iraq û bûyerên salên 90 dubare bibin. Armanca duyemîn jî ew e ku Tirkiyê armanc dike hêzên Kurd û destkeftiyên bidest xistin bi rêya êrişên domdar li dijî wargeha Mexmur, çiyayê Qendîl û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.”

Beşîr Mele Newaf wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev plan li ser pêşeroja doza Kurd xeter in û divê gelê Kurd pêvajoya salên 90 dîne pêşiya xwe. Ger dewleta Tirk gihaşt armanca xwe li başûr Kurdistanê, doza Kurd wê sedsalekê paşde vegere."

Beşîr Mele Newaf vegerî dîrokê û diyar kir ku PDK xwedî dîrokek dirêj bi êrişên Tirkiyê re ye û wiha domand: "Divê em bînin bîra xwe PDK xwedî ezmûn û dîroka herî dirêj bi binpêkirinên Tirkiyê re ye. Tirkiyê ji salên 90 ve bi tevahiya derfetên xwe hewl da tu guhertinek li Iraqê. Desteka pergala Sedam Husên kir. Ji ber ku dizane ger valahiyek li herêmê çêbibe wê lêvegerek siyasî Kurd li herêmê çêbibe. "

‘TIRKIYE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKAR TÎNE DA KU PLANÊN XWE PÊK BÎNE’

Mele Newaf diyar kir ku Tirkiye aboriya başûr kiriye bin kontrola xwe û çawa xwest wisa lê dike û got: “Ger nexwest tev li planên wê bibe Tirkiye başûr  bi afirandina aloziyek aborî tehdîd dike. Delîla wê jî ew e ku dema hikumeta başûrê Kurdistanê referandoma serxwebûnê ragihand, Tirkiye li dij sekinî û Mesûd Berzanî bi gotina; henefiya başûr di destê me de ye û em dikarin bigirin û aloziyekê li herêmê biafrînin. "

‘GER PDK XWE JI ZINCÎRÊN TIRKIYÊ RIZGAR NEKE WÊ XWE BIŞEWITÎNE’

Mele Newaf bal kişand ser ku divê PDK xwe ji zincîrên koletiyê yên Tirkiyê rizgar bike û got: "Divê PDK bi partiyên Kurd û gelê Kurd re bibe yek. Gelê Kurd bi tevahiya çînên xwe li benda lidarketina kongreya neteweyî ye da ku lêvegerek Kurd giştî çê bibe.

Di vê pêvajoya hesas de ger PDK bi partiyên din re nebûn yek, wê demê PDK wê xwe û dîroka xwe bişewtîne û bike dîrokek reş."

‘DIVÊ HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ BI TIRKIYÊ RE NEBE HEVKAR’

Newaf axaftina xwe wiha domand: “Dijminahiya di navbera birayan de tenê xirabbûnê tîne. Lewra divê PDK helwestek cidî nîşanî  planên Tirkiyê bide, pê re nebe alîkar û nekeve xefqa lîstokên Tirkiyê. Ji ber ku ev lîstok ger pêk hatin, wê bandor ne tenê PKK û YNK`ê bike lê belê wê encamên wê li PDK û gelê Kurd trajedîk bin. Pêwîste PDK li xwe vegere û çend salan paşde bizivire  û bîna bîra xwe dema DAIŞ`ê hewl da planên Tirkiyê pêk bîne û derbasî Hewlêrê bibe. Çawa tenê Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Hêzên Parastina Gel bangawaziya Mesûd Berzanî bersivandin. Ger DAIŞ Hewlêr dagirkiribûya, wê başûr tune bûya.”

Di dawiyê de Newaf got: Divê gelê Kurd dest bi hemleyan li dijî planên Tirkiyê bike. Ji ber ku ev plan ne tenê li ser serê partiyekê yan jî herêmekê ye, tevahiya gelê Kurd dike hedef.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D3XmA4aleDY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>