ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2020
21 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê dest bi belavkirina alîkariyan li malbatên hewcedar dike, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî nakokiyên li Başûrê Kurdistanê rû didin, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk û Yekitiya Hunermendên herêma Cizîrê daxuyaniyekê li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD‘ê yên li navçeya  Eyn Îsayê, Erdal Kobanî got: " Zêdekirina hêjmara çete û çekên giran li gundên dagirkirî û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ girêdayî amadekariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî ya wê ji bo êrişeke berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî derfetên kêm û paşguhkirina Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO) ya 5 milyon kesên li Sûriyê û girtekên neberpirs ên hikumeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser bi hevkariya gel heta niha karî rê li pêşiya derketina Koronavîrusê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Serencama çapemeniya kurdî di 22’yê Nîsana 1989’an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistan dest pê kir. Di nava 122 salan de hêzên dagirker gelek zext û tehde li çapemeniya kurdî kirin lê belê li dijî wan hemû zextan jî çapemeniya kurdî roj bi roj geştir bû û êdî îro bi hemû navgînên dîtbar, bihîzbar û nivîskî xwe digihîne tevahiya cîhanê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Mele Newaf got: “Divê PDK xwe ji zincîrên koletiya Tirkiyê rizgar bike, an wê xwe bişewitîne.” Her wiha bang li PDK`ê kir ku bi partiyên Kurd ên din û gelê Kurd re bibe yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li gel belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û mirina bi sedhezaran kesan, Jinwar pergalek taybet ji bo xwe diyar kiriye. Ev pergal hîna beriya pandemiyê jî hebû. Tevî wê jî niştecihên wê tevahiya tedbîrên pêwîst digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA