Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?

Di demeke ku tevahî hewl dide pêşî li berbelavbûna Koronavîrusê bigire, dewleta Tirk vê yekê derfet digire û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de gelo dê şênî ji Koronavîrusê biparêzên yan ji topên dewleta Tirk ku bi ser malên wan de tên?

Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
Gelo dê şêniyên gundewarên Til Temirê xwe ji kê biparêzin...ji Koronavîrusê yan êrişên Tirkiyê?
4 nîsan, 2020   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demeke ku tevahî cîhan bi girtina tedbîrên parastina mirovahiyê ji Koronavîrusê(Covîd-19) re mijûl in, azarên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li xetên şer ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de zêde dibin.

Dewleta Tirk a dagirker berovajî gotinên xwe pêk tîne, şansên mijûlbûna cîhanê bi Koronavîrusê re werdigire û êrişên xwe zêde dike, her wiha tu girîngiyê nade daxwazên NY’yê yên rawestandina şer li Sûriyê û çawaniya sekna li hember Koronavîrusê.

DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BI DESTPÊKA NÎSANÊ RE ÊRIŞÊN XWE ZÊDE KIRIN

Di dirêjahiya vê Adarê de hedefgirtina gundewarên Til Temir, Zirgan, Girê Spî û gundewarên navçeya Eyn Îsayê ranewestand, her wiha di destpêka Nîsanê de êriş zêde kirin. Îro êrişên xwe ji gundên Ezîziyê yê dagirkirî li dijî gundên Um Kêf, Eboş, Qasimiyê, Rebîat û Um El-Xêr yên di navbera Til Temir û Zirganê de pêk tînin.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê Dr.Hesen Emîn got di 1’ê Nîsanê de 4 birîndar jê 2 jin bûn ji gundê Rebîat ê grêdayî bajarokê Zirganê pêşwaz kirin, hatin dermankirin û piştre ji nexweşxaneya Şehîd Xebat a li bajarê Qamişlo re hat rêkirin.

Di 2’yê Nîsanê de, dewleta Tirk a dagirker gundên herêm topbaran kirin, di vî warî de Dr.Hesen Emîn wiha axivî: "Di topbarana li gundê Eboş de 2 leşkerên hikumeta Sûriyê jiyana xwe ji dest da, yek jê serbaz bû, her wiha 5 leşkerên din jî birîndar bûn, li gundê Um Kêf jî di encama topbaranê de sivîlek birîndar bûn."

TEVÎ QEDEXEYA DERKETINÊ Û BI SEDEMA TOPBARANÊ, ŞÊNÎ NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIBIN

Dr.Hesen Emîn destnîşan kir ku pêvajoya ku cîhan tê re derbas dibe, daxwaza herî zêde bi tenduristiyê heye. Lê belê di kiryarên dewleta Tirk de ev yek ne pêkan e, jiyana bi hezar şêniyên gundewarên Til Temirê bi sedema topbarana berdewam dixe xeteriyê, her wiha tevî ku daxwaza rewşa niha ya berbelavbûna Koronavîrusê li malê heye, lê şênî neçarî koçberiyê dibin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker xetên ava vexwarinê yên ku diçe herêma Hesekê ku pêwîstiya şêniyan a herî girîng di vê demê de bi berbelavbûna Koronavîrusê ya der barê paqijiyê de pê heye, hedef girtin.

Di 2’yê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker xetên avê yên avê ji bajarê Hesekê, navçe û gundewarên wê re dabîn dike, bi moşekan hedef girtin bi taybet li gundê Um Kêf, bi wê re jî xet ji xizmet derketin û bû cara 5’an av li ser herêmê qut dibe.

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide avê ji şêniyan dabîn bike, lê êrişên dewleta Tirk dîsa bi topên xwe avê qut dike. Lê Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê lez kir û xetên zirar dîtin sererast kir û ji nû ve av ji şêniyan re dabîn kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Mihemed Xilo wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi mebest dahatoyên mirovî hedef digire. Ev bû cara 5’an xetên avê hedef digire."

Her wiha heta malên şêniyan jî ji topbarana dewleta Tirk a dagirker bê par naman, di 2 û 3’yê Nîsanê de malên şêniyên li gundê Um Kêf ê bakurê Til Temirê hedef girtin û bi wê re jî gelek mal hatin rûxandin û şênî neçarî koçberiyê bûn.

TOPBARANÊ RASTERAST MALA WÎ KIR ARMANC

Welatiya bi navê Yasîn Taha yê ji gundê Um Kêf anî ziman ku ew ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin topbaran kirin û wiha berdewam kir: "Wekî hûn dibînin mala min a ku min bi feqîrtî  ji beriya 11 salan ve ava kiriye, da ku ez û zarokên xwe tê de bi cih bibin, hilweşandin, me dît hema top bi ser me de dibarin."  Yasîn da zanîn ku pismamê wî di 2’yê Nîsanê de li gund birîndar bû wan ew rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê.

Artêşa Tirk a dagirker biryarên agirbestê bin pê dike, bi awayekî hovane gundewarên Til Temirê dike armanc, ji ber vê yekê leşkerên hikumeta Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, sivîl birîndar bûn û koçber bûn, lê endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Sûriyan Ram Hena diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Suryan agirbest bin pê nekir.    AGIRBEST HATE BINPÊKIRIN Ram Hena destnîşan kir artêşa Tirk li herêmê heta niha pabendî agirbestê nebûye û li herêmê di dirêjahiya dema derbasbûyî de êrişên xwe berdewam dike. Ram bi lêv kir ku ji destpêka meha Nîsanê de artêşa Tirk hîn zêdetir êrişî herêmê dike.   Ram Hena wiha li axaftina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk gundê Um Kêf kir armanc, lewma sivîl koçber bûn û ber herêma Xabûr a Asûriyan ve çûn, her wiha sivîl neçar kir ku êvarê ji malên xwe derkevin û li derdora Xabûrê bi cih bibin û sibeha roja din vegerin."  Endamê Komîteya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Ram Hena piştrast kir ku hêzên wan pabendî agirbestê ne û nuqteyên xwe yên parastinê standin.  Çavdêr texmîn dikin ku artêşa Tirk a ku dixwaze nexweşiya Koronavîrusê ya li nava dewleta Tirk hatiye belavkirin derbasî bajarê Serêkaniya dagirkirî bike, lewma avê qut dike û bi rêya êrişan hewldana belavkirina vîrusê dike, li gel vê yekê vê ji xwe re fersend dibîne ku derbê li Rêveberiya Xweser bixe, li ser hesabên gelên Sûriyê berjewendiyên xwe yên leşkerî û siyasî qezenc bike.

(fr-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Beyy08cQnx8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>