Çeteyên Tirkiyê li Efrînê zêdetirî 200 dar qut kirin

Artêşa Tirk a  dagirker û çeteyên wê di çarçoveya siyasetên guhertina demografiyê, qirkirina etnîkî û qirkirina çandî de û ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe,  xirabkirina xwazaya Efrînê dewam dike.

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê zêdetirî 200 dar qut kirin
17 adar, 2020   14:28
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî xwazaya Efrînê û desteserkirna milkên şêniyan û xirabkirina wan, dewam dike.

Dagirkeran duh duşemê 200 darên gundên Gazê û Gundê Mezin yên girêdayî navenda bajarê Efrînê qut kirin, da ku pê bazirganiyê bike û li sûkên herêmên dagirkirî û li Tirkiyê bifiroşe.

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efrînê, ji ajansa me ANHA`yê re wiha daxuyand: "Komên çete dest bi qutkirina darên merxê, sanûber û simaqê kirin."

Li gorî çavkanî, çeteyan heta niha derdorê 200 darên gundên Gazê û Gundê Mezin, qut kirin. Qutkirina daran hîna jî dewam dike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina xwe di Adara 2018`an de hetan niha zêdetirî 225 hezar darên zeytûnê, zêdetirî 300 hezar darên temenmezin, derdorê 10 hezar darên sîdankê qut kirin û derdora 11 hezar hektar ji erdên çandiniyê yên Efrînê, şewitandin.

 (cx)

ANHA